21 sal di ser komkujiya Hewlêr re derbas bûn

34

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

21 sal li ser komkujiya li bajarê Hewlêrê li dijî gerîlayên birîndar yên PKK’ê re derbaz dibe. Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) di sala 1997’an de li rexmê ku agirbest di nava PKK’ê û PDKê de hebû jî, lê PDK’ê agirbestê xirakir û êrîşê nexweşxaneya li Hewlêr ya ku gerîlayên birîndar yên PKK’ê têde dihat derman kirin kir. Di encama êrîşa hovane de 80 gerîlayên PKK’ê û endamên nexweşxaneyê hatin şehîd xistin.

 

Li rexmê ku ev 21 sal li ser komkujiyê derbaz dibe jî, lê hêjî PDK’ê cenazeyê gerîla û endamên nexweşxaneyê nedaye malbatên wan. Li gorî agahiyan cenazeyê hinek gerîlayên PKK’ê li nêzîkî balafirgeha Hewlêr hatine veşartin.

 

Yek ji pêşmergeyên wê demê yên ku tevlî wê bûyerê bûyî diyarkir ku hemû cenaze bi hevre birine û bi dizî li ser rêya Hewlêr û Dihok ku niha nêzîkî Balafirgeha Hewlêre hatine veşartin.

 

PDK’ê wê rojê heman demê de êrîş kir ser navenda giştî ya Yekitiya Demokrat a Kurdistan, navenda çand û Huner a Mezopotamya, Yekitiya Jinên Azadên Kurdistanê. Herwiha heman demê de êrîşê Rojnameyên Welat, Welatê Roj kirin û navendên wan topbaran kir. Di encama van êrîşane de jî gelek mirovên bê guneh bun hedef û jiyana xwe ji dest dan. Piştî wan êrîşan operasyonên binçavkirinê destpê kir.

 

Bi giştî di encama van komkujiyane de 52 gerîlayên birîndar û gelek endamên din yên li nexweşxaneyê û welatparêz hatin şehîd xistin. Herwiha gelek kesên ku hatîn binçavkirin jî yan hatin wenda kirin yan jî hatin kuştin. Bi giştî 80 birîndarên gerîla, endam û welatparêzên di nexweşxaneyê de ji aliyê PDK’ê ve hatin şehîd xistin.

 

(rn)