Barzanî: Hilbijartan bi şêweyek aram pêk hatin

30

 

 

HEWLÊR/ ROJNEWS

 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li mala xwe ya li Hewlêr têkildarî lidar xistina hilbijartinên parlamentoya Iraqê daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Barzanî di daxuyaniya çapmeniyê de pîrozbahiya ‘serkeftina hilbijartinê’ li gelên Iraqê kir û got; “Bê ku pirsgirêkên mezin çêbin, hilbijartin bi şêweyek aram pêk hatin.”

 

Barzanî di beşek din a axaftina xwe de li ser nerazîbûnên aliyên ku dibêjin di hilbijartinê de ‘sextekarî’ hatiye kirin jî wiha got; “Ew aliyên li Silêmanî û Kerkûkê nerazîbûn nîşan encama hilbijartinê dane, tenê ji bo temamkirina qafiyeya helbesta xwe Hewlêr û Dihok jî xistine nav de. Divê nerazîbûnên heyîn bên derbaskirin û weke serokê hikûmetê ji komisyonê daxwaz dikin bi şêweyek cidî li ser kar bikin.”

 

Barzanî wiha jî got; “Emê bi şêweyek cidî tevlî guftûgoyên ji bo avakirina hikûmeta dema pêş a Iraqê bibin.”

 

Hêjay gotinê ye ku piştî diyarkirina encamên destpêkê yên hilbijartina Parlamentoya Iraqê li Başûrê Kurdistanê Tevgera Goran, Komeleya Îslamî, Yekgirtûya Îslamî, Hizba Komunist, Lîsteya Nifşê Nû, Tevgera Îslamî, Eniya Tirkmen, Hevpeymana ji bo Dadperwerî û Demokrasiyê encam red kirin û diyar kirin ku ‘sextekarî’ hatiye kirin. Daxwaza dûbarebûna hilbijartinê yan jî bi dest hejmartina dengan kirin.

 

(rn)