Çepgirên Îsraîlî piştgirî dan Fîlîstîniyan

20

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Komkujiya ku hêzên Îsralîlê li Xezeyê pêk anî, dengveda. Di vê çarçoveyê de şevê din nêzî hezar kes ji çepgirên Îsraîlî li paytexta Îsraîl Televîvê bi dirûşma, “Azadî ji Xeze’ re, ‘Xwepêşanderan nekujin’ daketinqadan û komkujiyên hikûmeta Îsraîlê şermezar kirin.

 

Xwepêşander bi vê çalakiyê piştgiriya xwe ya ji bo gelê Fîlîstînê anîn ziman. Xwepêşander çepgir berbi avahiya serokwezîriyê ya Îsraîlê ve meşiyan û çalakiyeke girseyî lidarxistin.

 

Çepgirên Îsraîlî dibêjin, “Em nikarin li ser xwîna hinek din, demokrasiyê ava bikin.”

 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku roja 14’ê Gulanê hezaran xwepêşanderê Fîlîstînî çûn ser sînorê Xezeyê û li dijî veguhestina balyozxaneya Emerîka ji bo Qûdsê xwepêşandanek lidarxistin. Hêzên Îsraîlê êrîş kirin ser xwepêşanderan û di encamê de 61 welatî hatin kuştin û ji du hezarî zêde jî birîndar bûn.

 

(bz)