Konseya Ewlekariyê ya NY ji bo Xazzê çi got?

27

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî piştî ku hêzên ewlekariyê yên Îsraîlê li sînorê Xazzeyê 61 Filîstînî qetil kir li ser daxwaza Kuweytê bi awayeke lezgîn kom bû. Civîna Konseya Ewlekariyê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane bi yek deqîqe rêzgirtin destpê kir.

 

Nûnera daîmî ya Amerîkayê li KENY’ê Nikki Haley nêrîna Amerîkayê ya ji bo Qudûsê parast û got, ger Qudûs weke paytexta Îsraîlê were naskirin wê ji bo aşitiya cîhanê başbe.

 

Haley ew komkujiya ku Îsraîlê li ser sînor pêk anî parast û ji welatên din jî pirsî û got, “Îsraîl zehf xwînsar nêz bû. Ev çalakiyên wisa li ser sînorê kîjan welatî çêbûba dê ji Îsraîlê xwînsartir nêz nebaya.”

 

Haley di civînê de bi taybet Îranê bi alozkirina herêmê tawanbar kir.

 

Cîgirê Nûnerê Rûsya li NY Dmitry Polyansky daxwaz kir ku lîderên Filîstîn û Îsraîlê li Moskovayê civînek hevbeş lidar bixin.

 

Îngilîstan li dewsa ku Îsrarîlê rexne bike, berê rexneyên xwe da çalakvanên Filîstînî û ji wan xwest ku molotofkokteylî bikar neyênin û ji Îsraîl jî xwest ku serî li şîıdeteke zêde nexe.  

 

Fransa jî hişyarî da  û ragihand ku dibe şîdet derkeve derveyî sînor.

 

Bolîvya ji Îsrarîlê xwest ku dawî li dagirkirina Filîstînê bîne û Dadgeha Navnetewî jî xwest ku bûyerên li ser sînorê Xezzayê lêkolîn bike.

 

Çîn banga xwînsariyê li Îsraîlê kir û Polonya jî ji bo bûyerên ku li ser sînorê Xezzayê pêk hatine lêpirsîn xwest.

 

Nûnerê NY yê Rojhilata Navîn  ji bo komkujiya ku li Xezzayê pêk hat daxwaza şermezar kirinê kir.

 

Nûnerê Filîstînê Riyad Mensûr jî rexne li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku cot standart nêz dibe û got, “Ji bo Konseya Ewlekariyê ya NY bikeve tevgerê divê hê çend Filîstîniyên din bimirin. Eger komkujî li welatên we çêbûba û di anva 24 saetan de di navê de zarok jî 60 kes miriban we dê çi kiriba? Hûnê vê cot standartiyê hê çiqasî berdewam bikin?

 

(bz)