Li Akrê qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

20

 

 

 

SIUD ŞAY Goran / DIHOK

 

Li ser rêya di navbera navçeya Akrê ya ser bi Dihokê û  navçeya Şeqlewa ya Hewlêrê de, vê êvarê wesayîtekî curê Nîsan qelibî. Ji kesên di wesayîtê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 jî birîndar bûn.

 

Li gorî daneyên Trafîka Dihokê di nava 15 rojên derbasbûyî de 12 kesan di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 54 kes ji birîndar bûne.

 

(ab)