Li Kerkûkê zarokek hat kuştin

28

 

 

KERKÛK / ROJNEWS

 

Direngiya şeva buhrî ji ber serketina Kurdan û lîsteya YNK'ê di hilbijartina parlamantoya Iraqê li bajarê Kekûkê de pirozbahî hat kirin. Welatî daketin ser cehdeya û  agirek geş kirin,  pîrozbahiyê encama hilbijartin kirin. Li ser vê yekê, hêzên Iraqê jî li nava bajar belav bûn.

 

Li gorî agahiyê ji serçaveyek polîsê Kerkûk dayî RojNews, got; “Li taxa Şurîce hêzên Iraqê daxwaz ji  welatiya kir ku belav bibin  û ji bo belavkirin welatiyan ji gule teqandin. Guleya li wesayitê ket, şifêr û sê kesên li gel birindar bûn. Piştî birindar birin nexweşanaye bajarê Kekûkê yek ji wan birîndaran jiyana xwe ji dest da. Ew kesê ku jiyan xwe ji dest dayî zarokek 6 salî bû. Navê wî Hêmîn Emgîn ku kurê şifêrê wesayîtê bû.”

 

Heya amadekirina vê nûçeyê ji kesên ku birîndar bûyîn li Nexweşxaneya Azadî ya bajarê Kerkûkê dibin çavdêriya doktoran de dihatin dermankirin.

 

Li gorî agahiyên bi dest RojNewsê ketin ji destpêka serê salê ve li Herêma Kurdistanê 137 kesn hatine kuştin yan xwe kuştîne. Ji derveyî êrîşên teroristan.

 

(ep/rn)