Li Mexmûrê şehîdên meha Gûlanê hatin bibîranîn

22

 

 

ROJNEWS/MEXMÛR

 

Li Wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmek girseyî şehîdên Meha Gûlanê hatin bibîranîn. Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê pêk hat. Berya ku  merasîm destpêbike ji bo  şehîdên tevgera azadiyê  deqekî  rêz hate girtin.  Pîştî rêz girtinê Rêveberiya Meclîsa Îştar Pervîn Şirnex axivî.

 

Rêveberiya Meclîsa Îştar Pervîn Şirnex di destpêka axaftina xwe de şehîdên meha Gûlanê û tevahî şehîdên tevgera azadî bibîranî û wiha peyîvî; “Di destpêkê de vî rojê di kesayetiya hevalên ku berya 20 salan bi komployêk ya ne merdane jiyan xwe ji dest dane em bibîr tînin û bejna xwe  ditewîmin. Li nexweşaxane ya Hewlêrê encama  komployêk hevalên me jiyana xwe ji dest dan. lê ev meh meha Gûlanê ye. Her şehadete ku hate jiyan kirin damga xwe di dîrokê da.  Weka şehadeta heval Hakkî  Karer em dikarin temaşe bikin ji ber ku şehadeta heval Hakkî Karer ji bo tevahî mirovatiyê re bu jiyanêkê nû.”

 

 

Şirnex di berdewamiya axaftina xwe de xwedî derketina dîrokê û xwedî derketina tekoşîna azad re jî bal kişand û wîha domand: “Gelek caran bi komployan xwestin ku tevgera PKK’ê xilas bikin. Civaka Kurd ji holê rakin û bi tune bidin hesibandin. Ji ber wî jî Serokatî  di gotina xwe de  dibêje ‘Dîrok di roja me de veşartiye, em di destpêka dîrokê de veşartine’, ji ber ku me di dîrokê de her demî li hemberî  komployan serîhildaye. Ger ku em dîroka xwe rast şîrove nekin, rast nebînîn û em paşeroja xwe nebînin, em nikarin rojên îro û pêşerojê jî şîrove bikin. Dîrok weke xeleka zincîrê bi hevre girêdayiye.”

 

Rêveberiya Meclîsa Îştar Pervîn Şirnex axaftina xwe bi van gotina bi dawî anî: “Şehîdê me dema ku çûn şehadetê ji me bawer kirin. Ji ber ku li pey wan li xwedî vî dozê derbikeve dayik û zarokên pêşerojê hene.  Em pewîste vî tekoşînê bi sderkeftî encam bikin û em bikin malê van cangoriyan. Erka ku ketiye li ser milê me pewîste xewin û xeyalên wan em bi serkeftînê re bi dawî bikin. Dareka din tevahî şehîdên tevgera azadiyê bibîr tinin.”

 

Merasîm bi dirûşmeya ‘Bimre Xiyanet’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

 

 

 

(dş-xm/rn)