BOTAN GERMIYANÎ / GERMIYAN

Navenda Tundirstiyê ya Waranî di 26'ê Mijdara 2017'an de bi pêşengtiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, ji bo koçberên ji ber êrîşên Heşbî Şebî û artêşa Iraqê di 16'ê Cotmehê de revîn herêma Geriyan hate vekirin. Navend ji aliyê Dr. Medya Hevyan û Destaya Tenduristkarên Başûrê Kurdistanê ve bi awayekî xwebexş dihat rêveberin. Heya niha 8 hezar û 806 nexweş kontrol kir.

 

Navenda Tundirstiyê ya Waranî ya li bajarokê Zinane a Germiyan  îro bi beşdarbûna şandeyekî Destaya Tenduristkarên Başûrê Kurdistanê ragihand ku ew ê navenda xwe bibin Qendîlê û li wir xizmetê bikin.

 

Hevseroka Destaya Tenduristkarên Başûrê Kurdistanê Dr. Rabîe Ebas daxuyanî da û got; "Hemû karmenan bi awayekî xwebexş karê xwe kirin. Ji aliyê Rêveberiya Tenduristiya Germiyan ve ti alîkarî nehate kirin. Armanca me ximzetkirina wan kesên koçî vê herêmê bûyî bû. Ji berî me ti nexweşxane li vir nebû."

 

 

Dr. Rabîe Ebas diyar kir ku niha ti koçber li wê herêmê nemane û wiha destnîşan kir; "Hemû koçberên vê herêmê vegeriyan li ser warê xwe. Lewma me jî biryar girt ku navenda xwe bigirin û derman û tiştên xwe veguhezîn Qendîl. Ji ber ku niha dewleta Tirk êrîşî wir dike û welatî û gerîlayên wê herêmê pêwîstî bi derman û amêrên tenduristiyê hene. Em spasiya hemû kesên ku alîkariya me kirine dikin."

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here