Navenda Tundirstiyê ya Waranî xebatên xwe bi dawî kir

36

 

 

 

BOTAN GERMIYANÎ / GERMIYAN

 

Navenda Tundirstiyê ya Waranî di 26'ê Mijdara 2017'an de bi pêşengtiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, ji bo koçberên ji ber êrîşên Heşbî Şebî û artêşa Iraqê di 16'ê Cotmehê de revîn herêma Geriyan hate vekirin. Navend ji aliyê Dr. Medya Hevyan û Destaya Tenduristiya Başûrê Kurdistanê bi awayekî xwebexş dihat rêveberin. Heya niha 8 hezar û 806 nexweş kontrol kir.

 

Navenda Tundirstiyê ya Waranî ya li bajarokê Zinane a Germiyan  îro bi beşdarbûna şandeyekî Destaya Tenduristkarên Başûrê Kurdistanê ragihand ku ji ber ku koçber vegeriyan warên xwe dawî li xebatên xwe anîn.

 

Hevseroka Destaya Tenduristkarên Başûrê Kurdistanê Dr. Rabîe Ebas daxuyanî da û got; "Hemû karmenan bi awayekî xwebexş karê xwe kirin. Ji aliyê Rêveberiya Tenduristiya Germiyan ve ti alîkarî nehate kirin. Armanca me ximzetkirina wan kesên koçî vê herêmê bûyî bû. Ji berî me ti nexweşxane li vir nebû."

 

Dr. Rabîe Ebas diyar kir ku niha ti koçber li wê herêmê nemane û hemû vegeriyane li ser warên xwe.  Dr. Rebîa spasiya kesên alîkariya wan kirine kir.