DANA OMER/ ROJNEWS

 

Piştî ragihandina encamên hilbijartina parlamentoya Iraqê, li Herêma Kurdistanê û Iraqê çend aliyan encamên hilbijartinê red kirine û diyar dikin ku sîstema dengdana elektronîk hatiye hekirin.

 

Der barê sîstema elektronî ya dengdanê de pisporê biwarê teknolojiyê de Hêmin Mele Kerîm ji RojNews re got; “Sîstema dengdana elektronîk li ser bingehê bayometrî kar dike. Sîstema bayometrî jî kopya cihek mirov digire. Êdî ev çav, dest yan tilî be ferq nake. Ya li Iraqê hate karanîn, sîstema girtina pencemorê bû. Belê di roja hilbijartinê de bi karta dengdanê jî deng hatin dayîn. Vê jî hişt ku 210 hezar kes bi sextekarî deng bidin. Belê ger tenê dengdan bi pencemor bihata kirin, wê ev şaştiye li tevahiya Iraqê nêzî 700 kesî ba. Ev jî tê wateya ku tenê 700 kes ddikare bi sextekarî deng bide.

 

Tişta aliyên siyasî li ser hekirina sîstemê dibêjin dibe rast be. Dibe şaş jî be. Ji bo îspatkirina vê divê cerbandina li ser sindoqan bê kirin. Ji sedê sed garantiya ti sîstemek elektronî nîne ku neyê hekirin.”

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here