YNK: Ji bo hilbijartinên Dihok, Hewlêr û Mûsilê me gilî kiriye

48

 

 

HEWLÊR / ROJNEWS

 

Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre der barê encamên hilbijartina 12'ê Gulanê ya Parlamentoya Iraqê de li Hewlêrê daxuyanî da.

 

Berdevkê YNK'ê Sedî Ehmed Pîre wiha got; "Li Kerkûkê hinek aliyên siyasî beşdarî hilbijartinê nebûn, lê rondikên tîmsahî dirêjinin. Lewma ger aliyên ku rexne hene, dikarin gilî bikin, ji bo ku komîsyon lêkolîn bike. YNK ji bo her karî amadeye."

 

Pîre destnîşan kir ku li gorî hilbijartinên din, dengên YNK'ê li Dihok, Hewlêr û Mûsil kêm bûne û got ku ji ber rewşa li wan herêman derketî li Komîsyonê gilî kirine. Pîre ragihand ku li benda bersiva Komîsyonê ne û got ku wê tekez encam bide.

 

 

Berdevkê YNK'ê Sedî Ehmed Pîre axaftina xwe wiha domand; "Berê YNK xwedî 49 kursiyên parlamentoyê bû. Piştre daket 18 kursî, lê me ti carî ev şaşî nekirine, timî me gilî kirine. Polîtburoya YNK'ê amadeye li gel Tevgera Goran li ser bûyerên şeva yekem a hilbijartinê rûne. Em dixwazin tiştên wiha dubare nebe. Em hemûyê hewl bidin ku postê serokkomariyê ji bo Kurdan be, di nava Kurdan de jî emê lihevkirinê ligel hemû aliyan bikin, da ku ji bo YNK'ê be."

 

(ab)