Zarok ji ber karkirinê ji xwedinê dibin

22

 

 

HAWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

Li gor bîlançoya giştî ya Perwerdehiya Helebce, tenê di sala buhrî de 400 xwendekaran dest ji xwendinê berdane û çûne kar. Ev jî gef û metirsiyek mezine li ser pêşeroja zarokan.

 

RojNews di vê raporê de wê li ser sedema karkirina zarokan li sînorê parêzgeha Helebce lêkolîn bike.

 

Mihemed Omer ku 14 salî ye û dice refa 2 ya Dibistana Navîn. Piştî ji dibistanê vedigere li gel birayê xwe yê biçûk dest bi firotina paqilan dikin.

 

 

Bavê Mihemed wefat kiriye. Ji bo wê jî Mihemed û birayê wî yê biçûk ji bo debara malbata xwe kar dikin. Mihemed Omer dibêje; “Min pir dixwest ku weke zarokên din, min jî li gel hevalên xwe lîstiba. Belê ji ber rewşa malbata me ya aborî nebaşe, neçarin kar bikin.”

 

Mihemed Eta diçe refa 6 a seretayî, li ser cadeyan av û vexwarinên sar difiroşe. Mihemed got; “Ji bo debara malbata xwe, ez alikariya bavê xwe dikim. Ger rewşa me ya aborî baş ba, min kar nedikir.”

 

 

Her wiha berpirsa ofîsa Helebce ya mafê mirov Gulîstan Ehmed jî bal kişande ser karkirina zarokan û got; “Rewşa nebaş a aboriya malbatan sedeme ku zarok bixebitin. Carna jî zarok çav li hev dikin. Dema zarokek dibîne hevalek wî kar dike, ew jî dixwaze kar bike.”

 

 

Gûlîstan Ehmed bal kişande ser xemsariya hikûmet û rêxistinên mafê zarokan li hemberî mafê zarokan û got; “Hikûmet û rêxistinên mafê zarokan nekarî bi erka xwe ya li hemberî zarokan rabin. Heya ew yasayên ji bo parastina mafê zarokan hene, nehatine pêkanîn. Ti sînorek ji bo xebitîna zarokên di bin 18 saliyê de nehatiye danîn.”

 

 

(rn)