9 sal bi ser wefata hunermend Qalemer re derbas bûn

30

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Qadir Ebidulazade bi nasnav Qalemere hunermedekî navudeng yê Kurde, di 01.11.1925 li gundê Kulîce yê bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye. Navê bavê wî Mihemed e. Ji ber Şêx Mihemed Şêx Burhan li navçeya Mukiriyan gelek ji Qadir hes dikir, nave Qalemere lê kiriye.

 

Di sala 1950 û salên piştre de li navenda Radyû û Televzyonê ya Kirmaşan, Sîne, Tahran, Mihabat, Urmiye bi dengê bilola xwe ya pir xweş parçeyên muzika ciwan dihunand û hunandina muzika Kurdî ya hunermendan kiriye.

 

Pişti demekê qasî çend sala li gel hunermendê dengbêj Hesen Zirek re karê hunerî dike. Di hunera xwe de bi amêra bilolê arikari daye.

 

Hîna di temenê 6 salî de dayîk û bavê wî çûne ser dilovaniya xwe. Her wekî wî bi xwe ji behsa jiyana xwe kiriye, jiyana wî bi zehemeti, zorî û birsîtî derbaz bûye. Di sala 1946’ê de peywendî bi komara Mihabatê re kiriye.

 

Qalemere di şoreşa Îranê ya di sala 1978’an de li gel Kurd û Partiya Demokratik a Kurdistanê (PDKÎ) ya Îranê tevdigere.

 

Qalamere bi bilola xwe weke pispori ne tenê karê mûzîkê kiriye di karê hunerê de weke kesek serkefti bû Qalemer.

 

Mijarên sereke yên berhemê Qalemer di derbarê dîrokê, eşqê, hunerî xwezaya gundan, bajar, û xwezaya Kurdistanê û netewa Kurd xemilandiye.

 

Di nav hunermendên muzîsyen yê Îranê de di festîfalên mezin de cihê xwe girtiye, di mûzika Îranê de. Qalemere bi nasnavê 'Genc Mithirk' yanî ciwanek ku tejî huner jî dihat naskirin.

 

Qalemer di 21’ê Gulana 2009’an de di temenê 84 salîde ji ber nexweşiya demdirêj li mala xwe ya li ser cehdeya mamosta Hêmin li bajarê Bokan çû ser dilovaniya xwe. Piştî wê rojekê cenazeyê wî li bajarê Bokan yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hezaran kesî ve li rex hunermendê navûdeng yê Kurd Hesen Zîrek hat veşartin.

 

Di sala 2010’an de bi avakirina navend û xelata hunermendiyê ya Mihemedî Mamlê yekem xelata xwe diyarî hunermendê navudeng yê Kurd Qalemere kir.

 

(ep/rn)