NAVENDA NÛÇEYAN

 

HDP’ê lîsteya namzetên parlamenteriyê teslîmî Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) kir.  Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen ber ji YSK’ê veqede daxuyaniyek kurt da. Bîlgen, diyar kir ku wan lîsteya xwe ya hilbijartina 24’ê Hezîranê teslîm kirin. Temsîleya jinê heya roja îro di partiya me de ya herî zêde bû. Di lîsteya me ya îro de jî me temsîliyeta wekhev esas girt. Dê lîsteya me bi emsîliyeta asgentdaran, temsîliyeta windayên mexdûr, temsîliyeta ciwan û mexdûrê KHK’an, derkeve pêş berî we.”

 

Bîlgen, da zanîn ku ligel hemû êrîş û astengiyên li ser HDP’ê ewê bi birdariyek mezin biçin hilbijartînê û dê xebatên xwe berdewam bikin. Bîlgen destnîşan kir ku ew armanc dikin ku hemû beşên civakê di parlamentoyê de temsîl bikin û wiha bilêve kir: “Em hêviya serkeftinê dixwazin. Em hêvî dikin ku hilbijartinek azad û wekhev pêk bê.”    

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here