SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Li Gelarî Azadî ya Şewqî ya Silêmaniya Komeleya Heft Reng ji bo Hunermend Mihabad Cemal pêşangehek vekir. Di pêşangehê de zêdeyî 60 berhem tên nîşandan. Ev 4 roje pêşangeh vekiriye.

 

Berhemên ku hatine nîşandan, li ser dîroka Zerdeştiyê ye.

 

Hunermend Mihabad Cemal ji bo vî karî, çend sale xebatê dike û lêkolîna dike, armanca wê parastina dîrok û nasnameya Kurd e. Bi taybet dana naskirina dîroka Zerdeştiyane.

 

Hunermend Mihabad Cemal di sala 1973'an de li bajarê  Silêmaniyê ji dayik bûye û Peymangeha Teknîkî xilas kiriye.  Ji sala 2000'an ve bi seramîkan berheman çêdike. Beşdarî zêdetir sed pêşangahên hevbeş bûye. Ev sêyemîn pêşangeha wê ya taybete.

 

 

 

 

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here