Aliyên Sunî û Şîî di nava hevdîtinên koalîsyonên cûda de ne

29

 

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

 

 

Di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de Muqtedar El Sadr bû yekem. Sadr ji bo hikumeta nû hevdîtinên xwe berdewam dike. Sadr duh li ofîsa xwe ya Bexdayê bi serokê koalisyonê İyad Allawî û serokê koalîsyona Hikme Ammar El Hakim re hevdîtin pêkanî.

 

Hevdîtin dewam dikin, ne diyarbûn jî dewam dike

 

Piştî encamên hilbijartinê, ji bo hikumeta nû hevdîtin berdewam dikin. Lê hêjî ji bo hikumeta nû tabloyek diyar derneketiye holê. Piştî encaman, divê Dadgeha Federal a Iraqê hilbijartinan bi pejirêne û divê serokkomarê Iraqê Fuad Masum, serokê parlamentoyê Selî Cibûrî koalîsyona ku di hilbijartinan de bûyî yekem, ji bo hikumeta nû wezîfedar bike. Ji bo ku hêjî ev pêngav nehatiye avêtin, nediyare ka wê hevdîtinên koalisyonê rêyek çawa bi şopîne.

 

Hevdîtinên koalîsyonê berdewamin

 

Li rexmê van nûçeyan hemû, koalîsyona Sairun ku serokê wê Sadre, ji bo hikumeta nû li Bexda hevdîtinên xwe berdewam dike. Beriya niha ku Sadr bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serokê koalîsyona Fetih Hadî El Amiri, Ammar El Hakim û serokên din yên koalîsyonan re hevdîtin pêkanîbû. Duh carek din Sadr bi Ammar El Hakim û İyad Alawî re hat gel hev.

 

Divê hikumet bi lezgînî were ava kirin

 

Li gorî hatî zanîn di hevdîtina bi Allawî re hat xwestin ku divê hikumet bi awayek lezgîn were ava kirin û ji bo wê gavên bên avêtin demek ji ya din zûtir were avêtin.

 

Li gorî daxuyaniya ofîsa Sadr, pêwîste valehiyên di siyasetê de, demek ji ya din zûtir werin dagirtin û ji bo hikumeta nû xebatên lezgîn were kirin. Daxuyanî wiha dewam kir; “Wê hikumeta ku di pêşengiya Sadr de bê avakirin, ji bo gelê Iraqê be. Wê hikumeta nû ji mezhebperestiyê dur be. Emê li hember gendelî û bê edaletiyê xebat bikin. Ji bo ku edalet pêkwere jî emê xebatek mezin bikin. Hevdîtinên ku me bi aliyan re kirî gelek baş derbaz bûn. Em di wê hêviyê dene ku, emê bi aliyên ku em pêre axivîne, di demek zûde hikumetek ava bikin.”

 

Hevdîtina dûyemîn ya Sadr a bi Hakim re

 

Piştî ku eşkere bû di hilbijartinan de Sairun bû yekemîn, Sadr li Necef bi serokê koalîsyona Hikme Ammar El Hakim re hevdîtin pêkanî bû. Duh carek din li Bexdad herdû alî hatin gel hev. Di hevdîtina duh de hat diyarkirin ku ji bo avakirina hikumeta nû hevdîtin pêkhatiye. Li gorî tê gotin Sadr bi Ammar El Hakim re ji bo hikumeta nû li hev kirine.

 

Aliyên Sunnî jî hevdîtinan pêktînin

 

Ji dervey vê duh di heman saetan de aliyê ku weke Sunî tê dîtin, serokê parlamentoyê Selim Cuburî û serokê koalîsyona El karar Usame Necafî hatin gel hev. Li gorî daxuyaniya hatî  dayîn; “Herdû alî li ser mijarên ji bo çêkirina vîzyona siyasî, xetayên dema borî û yekitiya netewî, xebatek li ser bingehê berjewendiyên welat hatine axaftin. Ji bo çalakî û tevgerek hevpar xebat wê bê kirin. Li ser dîtinên  hevpar li hev hatinek çêbuye.”

 

PDK jî tevlî hevdîtinên koalîsyonê dibe

 

Divê demê de ku hevdîtinên li Iraqê yên ji bo koalîsyonê berdewam dikin de, PDK ku di hilbijartinan de bi giştî li seranserê Iraqê 28 parlamenter anî jî, şandek ji bo hevdîtinên koalîsyonê şand Bexdadê. Di şandê de endamê polîtbûroya PDK’ê Hesro Goran û berpirsyarê 5. yê Bexda Şivan Mihemed Taha jî dinav dene.

 

Her çendî hêjî ji bo hikumetek nû ti karên fermî despê nekirine jî, lê ji bo hikumeta nû hevdîtinên koalîsyonanê berdewam dikin.

 

(bz)