Baxê Giştî ya Helebce li benda xizmeteke baş e

33

 

 

 

HAWKAR MISTEFA / ROJNEWS

 

 

Parka Baxê Giştî ya bi navê Elî Beg di sala di 1945’an hatiye çêkiriye.  Ev Baxeke kevnar a bajarê Helebceye. Ji aliyê eşîreta Caf û malbata Osman Paşa ve hatiye çêkirin. Ev bax li ser parçeyek erdê Osman Paşayê wê demê hatiye avakirin. 

 

 

Parka Baxê Giştî ya Elî Beg li ser 10 donum erd hatiye çêkirin û du deriyên wê yên ketin û derketinê heye.

 

Di parkê de Peykerê Adile Xanim heye.

 

Gelek cûreyên dar û gulan li vê parka qedîm hatiye çandin. Di heman demê de mîna gulistanê ye. Xweşîkbûna hemû gelê Helebceyê kom dike. Hemû pêkhateyên Helebceyê li Bax kom dibin û danûstandin dikin.

 

 

Di nav sînorên bajarê Helebce de 30 baxçeyên cûda jî hene. Lê baxê Gîştî taybetmendî û giraniyek ya xwe heye. Ev bax dikeve destpêka ketina bajêr, nêzî bazare û ciheke mezin bixwe girtiye.

 

Ancax ji ber xizmetguzariyeke baş nîne pirgirêkên rêvebirin û paqijgirtinê heye. Têgotin ku karker û karmendên Bax kêmin.

 

 

Pêwîstiya Baxê Giştî bi eleqederbûnê heye. Divê amûrên wê, xetên avê bên nûkirin û gelek pêwîstiyên wê werin dabîn kirin.

 

Baxê giştî ango bi naveke xwe ya din bûye mala mezin a giştî pêkhate û niştecihên Helebceyê. Ji lewma pêwîstî heye ku herkes weke mala xwe xwedî lê derkeve û biparêzin, jîngeh qirêj nekin.

 

 

(ep/bz)