Civîna McGurk li gel aliyên siyasî bi dawî bû

34

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Nûnerê Taybetê ABD’ê yê Koalîsyona Têkoşîna dijî DAIŞ’ê Brett McGurk ku ji bo pêkanîna hinek rêzehevdîtinan hatiye bajarê Silêmaniyê, piştî hevdîtina xwe ya li serokê Îstixbarat û hêzên taybet ên YNK’ê Lahor Şêx Cengî û Serokê Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih re civiya, li gel partiyên encamên hilbijartinê red kirin civiya.

 

McGurk li Girdê Zergetê yê bajarê Silêmaniyê li gel Rêberê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahaddîn Behaddîn, Emîrê Giştî yê Komeleya Îslamî Elî Bapîr û Serokê Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih civiya.

 

Piştî civînê, têkildarî naveroka civînê Berpirsê Odeya Peywendiyên Dîplomasî yê Goran Hûşyar Omer Elî daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Herçar aliyên ku encama hilbijartinê red dikin, xwedî yek helwestin. Li ser îptalkirina encamên hilbijartinê em bi israrin. Pêkanîna sextekariyek di vê astê de, ji bo hemû dinyayê zelale. Wê bibe sedema xerabûna ewlehiyê li Herêma Kurdistanê. Ew aliyên ev kare kirine jê berpirsin.”

 

Hûşyar Omer Elî li ser helwesta McGurk a li ser hilbijartinê jî wiha got; “Wan şikayetên me yên li ser encama hilbijartinê bi şêweyek cidî wergirtin.”

 

Her wiha Hûşyar Omer Elî diyar kir ku mijarek din a civînê tevlîbûna herçar aliyan a ji bo Hikûmetê bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Mijara tevlîbûna hikûmetê, her hizbek azade biryara xwe çi bide. Pêwîste sextekarî bê rakirin. Bi taybetî jî di hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de.”

 

(rn)