NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Piştî hilbijartinên parlamentoya Iraqê, aloziya di navbera aliyên siyasî de jî zêde bû. Gelek aliyên siyasî encamên hilbijartinê ne pejirandin. Li gorî hinek hizib û aliyên siyasî di hilbijartinên vê carê de gelek deng hatine dizîn. Bivê armancê 5 partiyên Herêma Kurdistan daxwaz dikin ku bi sîstema elektoronî hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê neyê kirin.

 

Tevgera Goran, Komele, Tevgera Îslamî, Yekgirtû û Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê îro, li bajarê Hewlêrê bi daxûyaniyekê daxwaz kirin ku bi sîstema elektronî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê neyê kirin. Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin; “Divê navê dûbare û kesên mirî ji nava dengan were derxistin. Bi tu awayî sindoqên elektronî neyên bi karanîn. Di hilbijartinên Iraqê de ev sindoq hatin bikaranîn, di dîroka Iraqê de tu caran weke vê carê sextekarî nehatiye kirin. Ji bo ku ev dubare nebe divê sindoqên elektronî neyê bikaranîn.”

 

Herî dawî di daxuyaniyê de daxwaz ji komîsyona hilbijartinê hat kirin û got; “Divê agahiya hemû partiyan ji karên komîsyonê hebe û karê ku komîsyon dike şefaf be. Divê beriya ku karên hilbijartinê destpê bike, civînek hevbeş ya komîsyon û her 5 partiyan were çêkirin.”

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here