Ebadî: Dûbarekirina hilbijartinê dûre

34

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îşev di peyama xwe ya hefteyê de bal kişande ser hilbijartinê 12’ê Gulanê ya parlamentoya Iraqê û nerazîbûnên li hemberî encamên hilbijartinê.

 

Ebadî ji Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê daxwaz kir ku bi şêweyek zelal kar bike û zanyariyên li ser hemû navendên dengdanê bidete aliyên siyasî.

 

Her wiha Ebadî got ku dûbarekirina hilbijartinê dûre û wiha domand; “Divê Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan, li ser encamên hilbijartinê lêkolînek berfireh bike.”

 

Di dawiyê de jî Ebadî ji aliyên siyasî daxwaz kir ku li gorî bernameya avakirina hikûmeta nû tev bigerin.

 

(rn)