GULALE/ ROJNEWS

 

Gundê Ferec gundek ê Kurdane û girêdayî bajarokê Gulale yê ser bi navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyala ye. Dive ser rêya sereke ya di navbera navçeya Kelar û bajarokê Gulale de. Niştecihên wê ji Kurd û Erebên bermayên rejîma Baasê pêk tê. Niştecihên Kurd ên gund diyar dikin ku demeke Erebên li herêmê li wan gefên valakirina gund dixwin.

 

Yek ji niştecihên gundê Ferec bi navê Rokan Mihemed Ferec li ser mijarê ji ajansa me re wiha got; “Çend rojin Erebên derdorê gefên derxistina me ji gundê me, dixwin. Ji me re dibêjin ‘divê hun gund û erdê xwe demek zû dde vala bikin.

 

Duh trektor birine nava zeviyên me û xwestin bikêlin. Me jî rê nedayê û di navbera me de şer derket. Me ji rayedarên komîteya YNK’ê yên Xaneqîn daxwaz kiriye ku bi rêya walîtiya Diyala pirsgirêkan çareser bikin. Belê heya niha ti bersivek ji bo me nedane.”

 

Rokan Mihemed Ferec wiha jî got; “Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’ê carek din pirsgirêka  erdê di navbera Kurd û Erebên niştecihên gund de derket. Ereb gefên wergirtina erd û gund li niştecihên Kurd ên gund dixwin.”

 

Piştî rejîma Baasê 1975’ê hate serdesthilatê gelek gund û navçeyên Kurdan bi armanca Erebkirinê, ji herêmên cûda yên Iraqê Ereb anîn li van herêman bi cih kirin. gundê Ferec jî yek ji van gundên Kurdane ku rejîma Baas Ereb anînê.

 

Hêjay gotinê ye ku roja 20’ê Gulanê jî hêzên artêşa Iraqê çûne nava gundê Tepe Çermo yê girêdayî bajarokê Gulale û Kurdên niştecihê gund, ji gund derxistin.

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here