Gulpî: Di hilbijartinê de gel desthilatdar ceza nekir

30

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, ji aliyê welatiyan û çavdêrên siyasî ve weke hatî ragihandin ne li bendê bûn, ji ber ku piraniya dengan Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) standin. Lê dihat payîn ku ji ber bûyerên di nava 4 salên derbasbûyî de, dengên xwe kêm bikin.

 

'Gel desthilatdar ceza ne kir'

 

Çavdêrê Siyasî Fayeq Gulpî têkildarî encamên hilbijartina parlamentoya Iraqê ji ajansa me re axivî û got; "Hilbijartin bingehekî girîng ê sîstema demokrasiyê ye, ji bo destguhertina desthilê hebe. Ji bo eger yên li desthilatê sozên xwe bi cih neyînin, gel wan ceza bikin. Lê, tişta ku me vê carê dît, wiha nebû, gel desthilat ceza nekir, li gel ku hizbên hikûmranî di dema borî de, di warê leşkerî, îdarî û aborî de ne serketîbûn jî, lê me dît di hilbijartina de serketin."

 

'Desthilatê beşdarnebûna gel a li hilbijartinê, ji bo sûdê xwe bi kar anîn'

 

Gulpî bal kişand ser sedemê serketina partiyên berê desthilat û wiha pêde çû; "Yek ji sedemê serketina van hizban, beşdarnebûna welatiyan a di hilbijartinê de bû, baweriya gel bi desthilatê nemaye. Herwiha baweriya cîhgirên desthilatê jî nayê. Baweriya wan bi hêzên ku xwe weke dijî dizanin jî nayê. Gel bi dengê xwe desthilat ceza nekir, xwe ceza kir. Ji ber vê desthilatê nebeşdarbûna xelkê ji bo sûdê xwe bi kar anî."

 

'Serketina Tevgera Azadî marjînala li ser hêzên neteweyî rakir'

 

Gulpî bal kişand li ser serketina nûnera Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya di hilbijartinên 12'ê Gulanê de serketî û wiha destnîşan kir, "Di vê hilbijartinê de, hinek hêzên nû derketin, ev hêzên nû karin nûnerên xwe bişînin parlamentoyê, ev jî girînge ji bo wan. Weke mînak, di nava hevpeymana Nifşê Nû de, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî nûnerek hat hilbijartin, vê ew marjînala bi salane li ser hêzên neteweyî heye, rakir."

 

'Divê projeyên aliyên dijber hebe'

 

Çavdêrê Siyasî Fayeq Gulpî diyar kir ku wê ev hilbijartinên bandoriyek nû li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê bike, ji ber ku hêzên desthilatdar xwe bi serketî dibîn, wê bi alîgirên xwe re gelak kar ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê bikin û got; "Pêwîste aliyên dijber, ne li bendê bin ku wê xelk desthilatê ceza bike, divê projeyên wan bi xwe hebin û awayekî çalak kar bikin, ji bo zextê çêbikin, di hilbijartinên vê carê de aliyên dijber, digotin ku wê xelk ji ber şikestina referandûmê, ji destdana  Kerkûk û şikestina rewşa aborî desthilatê ceza bike, lê niha derneket."

 

(ab)