Îran nerazîbûn nîşana ambargoyên aborî da

30

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Wezîrê derve yê Emerîka Mike Pompeo duh diyarkir ku ewê ambargoya aborî bêxin ser Îranê. Piştî wê Wezareta derve ya Îranê jî bersiva Emerîkayê da. Wezareta derve ya Îranê bi daxuyaniyekê bersiva Emerîka da û got; “Armanca Emerîka tevlîhevkirina raya giştî ye. Axaftinên Pompeo raste rast mûdaxelekirina rewşa welatê.”

 

Pêngava yekem ya ku Emerîka avêtî ceza li 9 şîrket û karsazên Îranê birrî.

 

Pompeo diyarkir bu ku di dema peymana di navbera Emerîka û Îranê de, Îranê desthilatiya xwe zêdetir li ser navçeyê ferz kiriye.

 

Serokê DYA Donald Trump ji bo peymana ku Tîrmeha 2015'an di encama danûstandinên 20 mehî de hate mohrkirin gotibû, "nebaş e".

 

Li gorî vê peyamê, di berdêla kontrolkirina tesîsên nuklêrê ji aliyê çavdêrên navneteweyî ve, wê pêkanînên li ser Îranê werin rakirin. Elmanya, Brîtanya, Fransa, Çîn û Rûsya aliyekî vê peymanê bûn.

 

(bz)