ROJNEWS / BRADOST

 

Li herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê, çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Star ên li dijî artêşa Tirk a dagirker, berdewam dikin.

 

 

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ji RojNews re ragihandine, gerîlayan duh saet derdora 15.00’an de li girê Lêlkan çalakiyeke bi bandor lidar xist. Di çalakiya ku ji çend aliyan ve pêk hat de, gelek kozik û çadirên leşkeran hatin rûxandin.

 

Çavkaniyan destnîşan kirin ku di kozikên hatine ruxandin de alavên leşkerî yên wekî mobesaa, radar, bombe avêj û hwd. hatine tunekirin.

 

 Li gorî çavkaniyan di çalakiyê de 22 leşker û 3 cerdevan hatine kuştin, 13 leşker jî birîndar bûne.

 

Hat ragihandin ku piştî çalakiyê helîkopterên tîpa Skorsky ên artêşa Tirk 9 caran hatine herêmê û kuştî û birîndarên birine. 

 

Gerîlayan duh saet derdora 16.00’an de jî dîsa li girê Lêlkan bi çekên navîn û suîkastê çalakiyek lidar xist. Lê derbarê encamên çalakiyê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

 

Li Evdilkovî 6 leşker hatin kuştin

 

Duh di saetên êvarê de jî gerîlayan vê carê li çiyayê Evdilkovî li hemberî leşkerên Tirk çalakiyek lidar xist. Li gorî çavkaniyan di çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin, her wiha çekek Biksî û gelek cebilxane hat desteserkirin.

 

 

 

 

(bz)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here