McGurk serdama polîtburoya YNK’ê kir

24

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro Nûnerê Taybetê ABD’ê yê Koalîsyona Têkoşîna dijî DAIŞ’ê Brett McGurk li bajarê Silêmaniyê çû serdana polîtburoya YNK’ê. McGurk ji aliyê berpirsê polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, endamên rêveberiya polîtburoya YNK’ê Omer Fetah û Hakim Qadir ve hate pêşwazîkirin.

 

Di hevdîtina li gel McGurk de berpirsê polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar diyar kir ku YNK wê beşek ji çareseriya pirsgirêkên heyî weke avakirina hikûmeta nû li Iraqê, ji bo guftûgokirina pirsgirêkên tevahî aliyên Iraqê û pirsgirêkên navber Herêma Kurdistanê û Bexda de be.

 

McGurk jî daxwaz kiriye ku YNK jî tevlî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bibe û ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê alî jî demek pêş a din lihev bikin.

 

Her wiha McGurk li gel Cigirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl jî civiya. Di civînê de herdû aliyan li ser encamên hilbijartina 12’ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê û qonaxa pêş a Iraqê nîqaş kirine.

 

 

 

(rn)