Nexweşên gurcikê li Hewlêrê çalakî lidarxistin

39

 

 

 

HEWLÊR / ROJNEWS

 

Îro li bajarê Hewlêrê kesên ku pirsgirêka gurcik dijîn çalakiyeke nerazîbûnê lidarxistin. Welatiyên nexweş daxwaza anîna dermanên pêwîst kirin û diyar kirin ku ji ber nebûna dermanan tendûristiya wan di xeteriyê de ye.

 

 

Mihemed Eliyê tevlî çalakiyê bû ji me re axivî û diyar kir ku ev çend roje ji ber dermanên Centera Şûştina Gurcikan nemaye û amûrên wê jî xirabûye ew neçar mane ku biçin nexweşxaneya hikûmetê. Em neçarin ji bo şûştina gurcik hefteyê dû caran bên Centera Şûştina Gurcik. Ancax ev nîne û li nexweşxaneya hikûmetê jî ne derman ne jî amûrên pêwîst heye.  

 

Mihemed Elî diyar kir ku ev nêzî 15 roje bi yek derziyê îdare dikin û derman jî dereng tê dayîn.

 

Mihemed dibêje, nêzî 100 nexweşên divê her hefte gurcikên xwe bişon hene  û ew mehane 800 hezar dolar xerc dikin.  

 

(bz)