PADÊ li ser encamên hilbijartinê civînek lidar xist

51

 

 

NEDÎMA ŞEMO/ ŞENGAL

 

Partiya Demokrasî û Azadiyê ya Êzidiyan (PADÊ) îro li bajarokê Xanesorê yê Şengalê bi tevlîbûna endamên sazî û rêxistinên Şengalê têkildarî encamên hilbijartina 12’ê Gulanê ya parlamentoya Iraqê civînek lidar xist.

 

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Serokê PADÊ Emîr Selih li ser encamên hilbijartina Parlamentoya Iraqê axivî û got; “Ger em îro di hilbijartinê parlamentoya Iraqê de serneketibin, ev jî nayê wê wateyê ku emê kar û xebatê xwe rawestînin. Emê karê xwe berdewam bikin û hêviya xwe bidawî nakin. Hemû tişta ji destê me were emê heya dawiyê ji bo gelê xwe bikin.

 

 

Bi saya TEVDA yanî PADÊ û fikirên azad ev ferman li ser civaka me ya Şengalê hate sekinandin. Ji ber ku li gelê xwe xwedî derket û me di rojak herî zehmet de parastina civaka xwe kir. Êzidî gihan astek ku bikarin dost û dijminê xwe ji hev cûda bikin. Xwe bi rêxistin bikin. Weke gelê Êzidî pêwîste em xwedî li keda şehîdan derkevin. Keda civaka Êzidî biçûk nebînin.”

 

Emer Selih di dawiya axaftina xwe de wiha jî got; “Em ji şehîd û tevahî gelê xwe yê Êzidî re soza xwe dûbare dikin ku heya em saxbin, emê ji gelê xwe re kar û xebatê bikin. Têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

 

 

 

(rn)