DIHOK/ ROJNEWS

 

Berdevkê polîsên parêzgeha Dihok di derbarê kuştina du welatiyan de daxuyaniyek ya çapemeniyê da. Berdevkê polîsan Hêmin Silêman di daxuyaniyê de got; “Di 18’ê Gulana 2018’an de welatiyê binavê Mihemed Şeban li mala xwe ya Komelgeha Çerî ya li sînorê Dihokê dema ku derketî, ji wesayitek reş ji aliyê du welatiyan ve hatiye revandin. Piştî  wê bê serûşwên bû. Roja din li gundê Berezyan li navçeya Zilkan wesayît bi rengê sor hatibû boyax kirin.”

 

Hêmin Silêman got; “Beriya sê rojan cenazeyê Şeban li gundê Xatinafa hatiye dîtin. Cenazeyê Şeban hatiye şandin ji bo peymangeha Dadwerî. Bi çekê gule li Şeban hatiye xistin. Me tewanbaran girtine û radestî dadgehê kirine. Hat zanîn di encama şerê di navbera Şeban û herdû kesên din de ev bûyer pêkhatiye. Herwiha hat zanîn bûyer li ser pere pêkhatiye.”

 

Hêmin Silêman ser kuştina welatiyek din jî got; “Welatiyek din yê binavê Ekrem Tahîr çû serdana hevalê xwe yê binavê Kemal Remezan Hesen yê ku ji dervey welat hatî. Piştî ku Ekrem çû gel hevalê xwe di navbera wan de nîqaş çêbûye û veguhestiye şer. Ekrem sê gule li serê hevalê xwe daye û kuştiye. Piştî wê bi videoya wî li ser tora civakî belav kiriye.” Berdevkê Polîsan Hêmin Silêman got ku ji bo girtina tewanbar hemû polîs û hêzên parastinê hatine agahdarkirin û ew li dûvin.

 

Li gorî bîlançoya heya nihatiye bi dest xistin, ji serê salê ve niha 144 kes li Başûrê Kurdistan hatine kuştin yan jî xwe kuştine.

 

(rn)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here