XANEQÎN / ROJNEWS

 

Duh Asayişa Nîştîmanî a Iraqê, rêveberê bajaroka Gulale a ser bi navçeya Xaneqîn, Yaqup Lihêbî bin çavkir. Li gorî agahiyên hatine standin, duh dema ku Yaqup ji bo civînek çû parêzgeha Diyale, serdana bajarokê Beqube kir. Yaqub piştî civînê ji aliyê Asayişa Nîştîmanî a Iraqê ve hat binçavkirin.

 

Hêjî nayê zanîn ka bê ji ber çi Yaqub hatiye binçavkirin. Yekîtî Nîştimanî a Kurdistanê (YNK) daxwaza serbest berdana Yaqub kir.

 

Piştî bajarokaGulale ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin, Yaqub Lihêbî bu rêveberê navçeyê.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here