ŞENGAL / ROJNEWS

 

Meclîsa Gel a Şengalê û saziyên navçeyê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.         

 

Daxuyanî wiha ye:

 

“Weke tê zanîn civaka Êzidî yek ji civakên herî kevnar û dîrokî ya Rojhilata Navîn e. Di dîroka xwe de civaka herî ku bi herkesî re buye yek û destê aştiyê, biratiyê ji her kesî re dirêj kirî ye. Tu civak weke vê civakê  bi derdora xwe re yekîtiyek çênekiriye. Tu civak jî qasî wê li Rojhilata Navîn rastî komkujî û fermanan nehatiye. Him ji ber baweriya  me, hem ji ber çanda me, derdorê hertim em weke weke kafir nas kirine. ferman û komkujiyan bi vê hincetê tînin serê me û ev ferman heta roja me ya îro dewam dikin. Fermana herî dijwan bi destê Împaratoriya Osmaniyan hatiye serê civaka me. Bi hezaran kes qetil kirin, malên wan hilweşandin û bi dehzaran kes neçarî koçberiya ber bi Ewropa ve kirin.

 

Îro ev zihneyet bi hilweşandina malên Êzidiyan ên li Efşê careke din kiryarên xwe dubare dike. Zîhniyeta ku AKP xwe pê birêve dibe, zihniyeta ku 73 ferman li ser gelê Êzidî pêk anî ye. Tu ferqa wan nîn e, tenê nav cuda ye. Yek bi navê DAIŞ’ê, yek bi navê AKP’ê ye.

 

Em wek Meclîs u Saziyên Şengalê hilweşandina malên Êzidiyan bi tundî  şermezar dikin û dibêjin ku em pêkanîn berdewamiya zîhniyeta Osmaniyan e.

 

Em ji bo parastina civaka xwe ya Êzidî li kîjan perçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, çi bikeve ser milê me em ê bikin. 73 fermanên bi vê zihniyetê hatin kirin, em tune nekirine, ji niha û pêve jî em nayên tunekirin. Em ê li hemberî zaliman tu carî serî netewînin em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here