Şerê li ser zeviyê bû sedema mirina 2 kesan

30

 

SEYÎDSADIQ / ROJNEWS

 

 

Şevê din li gundê Qaynecey ya ser bi navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê li ne parvekirina zevî di navbera xwede, şer derket.  Şer di navbera du malbatan de rû da. Di encama şer de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

 

Karmendê Nexweşxaneya  Giştî ya Şehîd Şewket Hacî Mişîr a li bajarokê Seydsadiqê Aras Mihemed  nûçeyê piştrast kir û got, “ Şeva borî  cenazeyê 2 welatî û 3 birîndaran gihîşt nexweşxaneyê. Cihê guleyan li ser bedena wan hebû. Ji wan welatiyên hatine kuştin navê yekê Rêbaz Fazile (35), yê din jî navê wî Îsmail Salar e (51). Cenazeyê yek ji wan kesê hatiye kuştin ji bo kontrolê rêkirin Tiba Edlî ya yê din jî şandin Tiba Edlî ya Helebceyê.

 

Li gorî agahiyên ku bi dest me ketiye şer ji ber ne parvekirina zeviyê di navbera malbatan de derketiye. Di despêkê de kesek tê kuştin. Paşê malbata kesê qurbanî jî bi heman rêbazê êrîşê malbata din kir û 1 ji wan kuşt, 3 jî birîndar kir.

 

Li gorî agahiyên ku me ji destpêka salê ve heya niha kom kiriye 144 kes li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin û xwe kuştin e.

 

(bz)