CÎHAD HAWRAMÎ / HELEBCE

 

Welatiyê bi navê Elî Fetah (42) xelkê bajarê Helebceye. Elî Fetah ji zikmakî ve kerr û lale. Lê Fetah ti carî ne hiştiye ku ev ji bo karkirina wî astengiyan çêbike. Berevajiyê wê Fetah ev 25 sale bi tamîrkirina saetan re mijûle.

 

 

Bavê Elî jî tamîra saetan kiriye. Ji bo wê Elî vî pîşeyî ji bavê xwe girtiye. Elî nekarî bixwîne û ji xwendinê bê par ma. Lê nexwest ji ber vê sedemê wer bêkar bisekine û xwe teslîmê wê bike. Ji lewma vê valatiyê bi çêkirina saetan dagirt. Elî li Helebce dikanek bi kirê girt û heya niha jî li wê dikanê karê xwe berdewam dike.

 

 

Elî Fetah ji bo herkes jê fêm bike xwedî hewldaneke taybete û pirsgirêka xwe dayîna fêm kirin nîne. Herkes ji Elî fêm dike û ew jî ji herkesê fêm dike. Elî bûye pisporekî baş yê çêkirin ango tamîrkirina saetan. Di tamîrkirina saetan de destê xwe gelek sivik e û welatî jî ji ber baweriya wan bi karê wî yê saxlem heye Elî Fetah tercîh dikin.

 

Elî ji bilî tamîrkirina saetan xwe fêrî tamîrkirina televîzyonan jî kiriye. Fetah aliyekî dikana xwe ji bo tamîrkirina televîzyonê veqetandiye.

 

 

Elî Fetah ji aliyê Helebceyiyan ve tê nasîn û karê wî tê ecibandin.

 

 

(bz)

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here