Xaneqîn hunera xwe ya resen dixwaze

28

                  

 

 

EMÎR XANEQÎN / ROJNEWS

 

 

Navçeya Xaneqîn a li ser parêzgeha Diyalaye, di nava Iraq û Herêma Kurdistanê de wekî navendek girîng a huner û  rewşenbîriyê tê zanîn. Lê ev navçeya ku piraniya şêniyên wê kurd in, niha vê taybetmendiya xwe winda dike. Li gorî hunermend û rewşenbîrên navçeyê sedema vê yekê nêzîkahiyên hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê ne.

 

Hunermend û rewşenbîrên Xaneqînê têkildarî mijarê ji RojNews re axivîn.

 

Rêvebirê Peymangeha Huner û Ciwankarî ya Xanqînê Îsmail Mistefa: Di serdema Rejîma Baas de  di encama guhertina demografîya herêmê û penaberkirina gel de, navçe girêdayî Iraqê kirin. Rejîmê piştre jî huner û rewşembîriya sîstema xwe li vir bicih kir. Piştî ruxandina Rejîma Baas , Xaneqîn ket bin desthilatdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Lê wan jî giringî neda huner û rewşembîriyê. Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê jî di xizmeta ji bo hunerê de gelekî bêxem e. Heya niha jî sendikayê nekariye nasameyeke hunermendiyê li Xaneqînê çêbike.

 

 

Xwendakara Peymangeha Hunerî û Ciwankarî Zehra Kelmurî: Xwendekarên ji Peymangehê mezun dibin, nikarin tu karî di aliyê hunerê de bikin. Ji ber ku karê hunerê di çavê civakê de kêm û giring nîn e.

 

 

Wênesaz Sebah Mihêdîn: Karê hunerî di salên 1950’yan de li Xaneqînê ji niha zêdetir bû. Di salên 1950’yan de hunera wênesaziyê gelekî li pêş bû.  Jiyan ji aliyê wênesazan ve dihat hunandin. Niha hunermend ne yekgirtî ne. Ji ber rewşa siyasî û cûdabûna fikrên partiyan, bandor mezin a neyînî li ser huner û hunermendan çêbûye. Piştgiriya karê hunerê nayê kirin. Heya niha jî li Xaneqîn navendek hunerî nehatiye avakirin.

 

 

Wênêsaz Zeyneb Erkewaziy: Qeyrana aborî bandorek mezin li ser huner û wênesazan çêkiriye. Giringî ji bo karê hunerê nayê dayin, lewma gelek mamosteyên hunerê dest ji karê hunerî berdan. Ez dixwazin ku sendîkaya hunermendan giringî bide hunermendên Xaneqînê.  Pêwîste hunera li navçeya Xaneqînê vegere weke ya salên 1950’yan.