Amnesty: Divê biryara darvekirina Ramîn bê rakirin

41

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro Amnesty (Rêxistina Efûya Navnetewî) derbarê ciwanê Kurd yê ku ji aliyê Îranê ve hatî girtin û cezayê darvekirinê dayînê daxuyanî da. Amnesty di daxuyaniya xwe de xemginiya xwe ya ji bo egera darvekirina Ramin Hisên anî ziman.

 

Amnesty di daxuyaniyê de got; “Cezayê darvekirinê yê Ramin Hisên Penahî neheqiye û pêwîste ev ceza were rakirin. Wê li gorî biryara dadgehê Ramîn di 3’ê Gulanê de hatiba darvekirin. Lê ji ber ku nerazîbûn zêdebûn, ev biryar hat taloqkirin. Piştî ku Ramîn hat girtin 4 mehan ti agahî jê nehatin girtin. Piştî wê jî du mehan di hûcreya yek kesî de hat ragirtin. Di van deman de jî hat êşkencekirin. Ti delîlek nîne ku Ramin Hisên kesek kuştibe.”

 

Ramîn Hisên Penahî ciwanek Kurde, xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Par ji aliyê Îranê ve hat girtin û dadgehê cezayê darvekirinê lê birî.

 

Kompanyaya Parastina Zindaniyên Siyasî û Medenî 21’ê Gulanê daxuyaniyekê li ser ciwanê Kurd Hisên Ramîn Penahî yê ku ji aliyê Îranê ve hatî girtin û bi darvekirinê tê ceza kirin, belav kiribû. Li gorî daxuyaniyê berpirsyarên zindana navenda Sine roja Şemiya borî biryara darvekirinê ji bo Ramîn ragihandine. Berpirsyaran ji Ramîn re gotibine ku ‘ti kes nikare me ji biryara me bide rawestandin. Emê piştî Remezanê biryara darvekirinê pêkbînin’.

 

Bi vê re jî diyare ku rejîma Îranê dixwaze piştî meha Remezanê ciwanê Kurd Ramîn Hisên Penahî bi darve bike.

 

(rn)