‘Çalakiyên medenî dikarin darvekirina Ramîn rawestînin’

26

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ /SILÊMANÎ

 

Dadgeha Navendî ya parêzgeha Sine biryar daye ku piştî meha Remezanê biryara darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî pêk bîne.

 

Endamê Komeleya Mafê Mirov a Rojhilatê Kurdistanê Îqbal Mûradî û bavê girtiyê siyasî yê Kurd (Zanyar Mûradî) li ser vê rewşê ji RojNewsê re wiha gotin: “ Dewleta Îranê li ser gelê Kurd hemû cûre siyasetê dimeşîne. Ji bo çavtirsandina gel hemû rêyan bikar tine. Siyaseta heri xirab bi cezakirina darvekirinê ye. Ev biryara darvekirinê li ser siyasetmedarên Kurd yên weke Ramîn, Zanyar, Luqman û gelek kesayetên din dide meşandin. Di rastiyê de jî ev qirkirina gel e.”

 

Îqbal Mûradî diyar kir ku bi çalekiyên medenî  û daketina qadan darvekirinê rakirin û wiha dewam kir; “Gelê Rojhilatê Kurdistanê gelekî rewşembire, çawan ji bo kolber û parastina jîngehê rabûn ser piyan û niha jî dikari ji bo rakirin cezayê darvekirin yê li ser Ramîn rabin ser piyan û cazayê darvekirinê rawestînin.”

 

Îqbal Mûradî herî dawî ji got: “ Ji nihave em li ser navê Komeleya Mafê Mirovan li ser asta Ewropa û Kurdistanê amadene dest bi çalekiyên cûr bi cûr bikin. Heya em zextan dixin ser civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirovan.”

 

(rn)