Çeteyên DAIŞ’ê mûxtarê gund înfaz kir

28

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Çeteyên DAIŞ’ê bi çek ser gundê Kenaan a girêdayî navçeya Riyad ya 55 kîlometre dûrî Kerkûkê ye de girtin. Têgotin ku çeteyan mûxtarê gund Mehcup Xelf revandine û paşê jî înfaz kirine.

 

Her wiha hate zanîn ku hêzên ewlekariyê yên Iraqê lêpirsîn di der barê bûyerê de dane destpêkirin lê, hê cenazeyê Xelef ne hatiye peyda kirin.  

 

Di çapemeniya Iraqê de wêneyeke tê îddîakirin ayîdê Xelefe û çeteyan çek li serê wî girtine hate parvekirin.

 

(bz)