DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Dewleta Tirk her ku diçe di nava xaka Başûrê Kurdistanê de baregehên xwe zêde dike. Heya niha li hemberî vê yekê, ti helwestek ya Hikûmeta Navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derneketiye holê. Herdû alî jî bêdengiya xwe di parêzin.

 

Li ser êrîşên dewleta Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê pisporê di warê destûrî de Şoreş Hesen ji RojNews re axivî. Hesen diyarkir ku her welatek serweriya xaka xwe heye û wiha domand; “Li gorî yasayê serweriya wî welatî tê parastin. Berpirsyartiya parastina welat li ser Hikûmeta Navendî ye. Ji bo vê divê Hikûmet berpirsyartiyên vê yekê bêxe stûyê Hikûmeta Iraqê.”

 

Hesen di dewama axaftina xwe de got; “Bomeberankirina xaka Kurdistanê û çêkirina baregehên leşkerî, binpêkirinek yasaya Iraqê ye. Ji bo vê pêwîste Iraq ji vê yekê re bêdeng nemîne. Ji ber ku li gorî yasayên navdewletî ev binpêkirin nayê pejirandin.”

 

Herî dawî Hesen got; “Hikûmeta Iraqê piştî 2003’ê ji ber destwerdana derve ya nav karên Iraqê, di aliyê siyasî û leşkerî de lewaz bûye. Ev jî bûye sedem Iraqê li hemberî binpêkirinên serweriya xaka Iraqê bêdeng bibe. Dema dewletek ne xwedî serwerî be, hebûna wê dikeve metirsiyê de jî.”

 

Di dawiyê de jî Hesen diyar kir ku ger hikûmeta Iraqê di aliyê leşkerî de nekare dijî dagirkeriyê rawest, dikare di aliyê siyasî de civaka navnetewî li ser vê yekê agahdar bike.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here