BEXDA / ROJNEWS

 

Li Bexda hevdîtinên şandeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) didomin.

 

Şandeya YNK'ê ya di bin serokatiya Berpirsê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar de piştî hevdîtina li gel Serokwezîrê Iraqê û Serokê Lîsteya Hevpeymana Nesir Heyder Ebadî bi Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malîkî re civiya û şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî bi Serokwezîrê Iraqê û Serokê Lîsteya Hevpeymana Nesir Heyder Ebadî re civiya.

 

 Serokê şandeya YNK'ê û Berpirsê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar li civîna çapemeniyê ya li gel Nurî Malîkî de wiha got; "Di civînê de me behsa pirsgirêkên niha yên herêmê kir. Li ser Iraqê û Herêma Kurdistanê hinek metirsiyê nû peyda bûne. Lewma pêwîst dike ku bi lez gavan bavêjin, ji bo ku pirsgirêkên Iraqê werin çareserkirin."

 

Mele Bextiyar bal kişand ser rêjeya beşdarbûna hilbijartinê û wiha destnîşan kir; "Beşdarnebûna xelkê ya dengdanê, der têxe holê ku xelk bêzare ji rewşa aborî û siyasî û hikûmranî. Eger pirsgirêk neyên çareserkirin, wê pirsgirên biteqîn û em hemûyê ziyanê bibînin."

 

Şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî li gel Ebadî behsa rewşa niha ya Iraqê û awayê avakirina hikûmeta Iraqê ya nû kir.

 

Di dema amadekirina vê nûçeyê de şandeya PDK'ê û YNK'ê bi Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsum re di hevdîtinê de bûn.

 

Piştî hilbijartinên 12'ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê trafîka hevdîtina destpê kir, hîn diyar nîne wê çi encam jê derkevin.

 

(ab)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here