Li Şarezûr 2 kes hatin kuştin

31

 

 

ŞAREZÛR/ ROJNEWS

 

Îro li ber avahiya Dadgeha navçeya Şarezûr ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve di navbera du malbatên ku navbera wan de nakokî heyî şer derket. Herdû malbat jî xelkê gundê Kanîmil ê girêdayî Şarezûr ne.

 

Herdû malbat ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera xwe de, îro berê xwe dan dadgehê. Lê beriya ku malbat biçin hindir, di nava xwe wan de nîqaşê derket û vegûherî şer. Malbat bi kêran êrîşê hevdû kirin. Di encama şerê herdû malbatan de ciwanê binavê Seryas Hemexan (25) û Hêmin Hemexan hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

 

Hêzên asayîşê ji bo destwerdana bûyerê hatin ber dadgehê. Asayîşê bi gule berdana esman karîn malbatan ji hev cûda bike.

 

Rêveberê ragihandina Nexweşxaneya Giştî ya Şehîd Rauf Beg a li Şarezûr, Kemal Ehmed ev avahî dan RojNews; “2 birîndar li nexweşxaneya lezgîn a Silêmaniyê tên derman kirin.”

 

 

Li gorî agahiyên hatine standin, par pirsgirêka zeviyê di navbera herdû malbatan de çêbibû.

 

Hêjayê gotinê ye bi qasî hatî tespîtkirin, li Başûrê Kurdistanê ji serê salê  heya niha ve, 146 kes yan hatine kuştin yan jî xwe kuştine.

 

(rn)