Li Şengalê 3. civîna aborî hate lidarxistin

38

 

 

ŞENGAL/ ROJNEWS

 

Îro li Şengalê 3’emîn civîna aborî pêkhat. Di civînê de pêşniyar û proje hatin pêşkêşkirin. Di derbarê civînê de endamê navenda aborî û civakî ya Şengalê Silêman Emîr ji ajansa me re axivî.

 

Silêman Emîr diyar kir ku armanca civînê alîkarî dayîna gele û wiha domand; “Ji ber ku herdem kelûpelên me ji derve tên û bi awayek giran derbazî Şengalê dibe. Me biryar da ku em aboriya xwe xurt bikin û gelê me bixwe berhemên xwe biçîne û bi firoşe.”

 

 

Silêman di dewama axaftina xwe de got; “Rêyên di navbera Şengal û Başûrê Kurdistanê de girtîne. Kelûpel bi zehmetî tên. Di navbera me û Iraqê de jî girtiye, tiştek ji  me re nayê. Gel ji bo vê yekê di nava zor û zehmetiyan de dijîn. Emê wek gelê Şengalê bi xwe berhemên xwe hilberênin û aboriya xwe bidin avakirin. Daku pêwîstiya gelê me bi derve re nemîne.”

 

 

 

(rn)