Naveroka hevdîtina şandeya YNK’ê ya li gel Ebadî

33

 

 

 

BEXDA / ROJNEWS

 

Şandeya YNK’ê li Bexda piştî civîna xwe ya li gel Sedr, li gel Serokwezîrê Iraqê û serokê Lîsteya Hevpeymana Nesir Heyder Ebadî civiya. Di hevdîtinê de behsa gav bi gav avakirina hikûmeta nû ya Iraqê kirin û hilbijartinên 12'ê Gulanê gufûgo kirin.

 

Serokê şandeya YNK'ê û Berpirsê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar ji Ebadî de wiha got; "Heya ku pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda  û pirsgirêkên Iraqê neyên çareserkirin, destûr  pêkneyê li Iraqê aramî pêk nayê. Divê destûr bingehe be. Çareserkirina pirsigêkan û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de gelek girîngin."

 

Şandeya YNK'ê ji Kotleya Nesir re wiha ragihandin; "Çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê, madeya 140, pêkanîna destûrê, çareserkirina bûdceya Herêma Kurdistanê û pêşmergeyan û pirsgirêkên din mafên destûrî û demokratîk ên gelê Kurdistanê ne. Ji aliyê YNK'ê ve xalên girîngin ji bo guftûgoyê."

 

 Serokwezîrê Iraqê û serokê Lîsteya Hevpeymana Nesir Heyder Ebadî di civînê de ragihandiye ku divê pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi giştî werin çareserkirin.

 

Şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)  duh çû Bexda û îro jî şandeya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) çû Bexda, ji bo hevdîtina li ser avakirina hikûmeta Iraqê bi kutleyên Iraqê re bikin. Şandeya PDK'ê Fazil Mîranî serokatiya wê dike. Şandeya YNK'ê jî Mele Bextiyar.

 

Şanda YNK’ê ku îro saetên sibehê li Bexda li gel alî û rayedarên Iraqê dest bi rêzecivînan kir, piştî serdana Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm, piştre li gel şanda PDK’ê û Muqteda Sedr civiya.