NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gor daxuyaniya ji aliyê berpirsê ragihandina polîtburoya YNK’ê Karwan Yarweys ve hatiye belavkirin, şandek a rayedarên YNK’ê bi serokatiya berpirsê polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar şevê din çû Bexda. Her wiha endamên polîtburoya YNK’ê Rizgar Elî, Xalîd Şiwanî, Firyad Rewanduzî û Sedûn Feylî jî di şandê ce cih digirin.

 

Hate diyarkirin ku wê şanda YNK’ê li paytexta Iraqê Bexda du rojan rêze hevdîtinan pêk bîne. Serdana şandê ji bo guftûgokirina encamên hilbijartina 12’ê Gulanê parlamentoya Iraqê û avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ye.

 

Tê payîn ku şanda YNK’ê îro saet 09:00’ê li gel Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm bicive.

 

Şande saet 10:00’ê li gel şandek PDK’ê û saet 14:00’ê jî serokê Eniya Sedr Muqteda Sedr jî bicive.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here