Şanda YNK’ê li gel Serokkomarê Iraqê civiya

41

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN/ ROJNEWS

 

Şanda YNK’ê ya bi serokatiya berpirsê polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar çû paytextê Iraqê Bexda, îro saet 09:00’ê li gel Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm civiya. Di civînê de li ser rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinê û avakirina kabîneya nû ya hikûmetê guftûgo kirin.

 

Têkildarî naveroka civînê berpirsê polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar got; “YNK bi merc nêzî ti alî û namzetek nabe. Hemû kes biryara xwe de azad e.”

 

Bextiyar wiha jî domand; “Emê bibin beşek ji çareseriya ji bo Kerkûk, madeya 140, pirsgirêka pêşmerge, bûdce û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê. Emê li gel aliyên hikûmetê ava bikin li ser van mijara guftûgo bikin û lihevkirin li ser bikin.”

 

Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm jî daxwaz ji aliyan kiriye ku berjewendiyên gelê Iraqê bigirin berçav û destûra Iraqê bê bicihkirin.

 

Biryare ku şanda YNK’ê li gel şanda PDK’ê li Bexda bicive.

 

(rn)