SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Çand û rêze filmên kurdî weke darek ji werzên peyîzê lê hatiye. Di salên berê de hemû xêzanek Kurd li benda rêze filmên Kurdî bûn. Dema ku yek xilas dibû xêzanên Kurd bi xuruş li benda rêze filmek din yê Kurdî bû. Bi taybet di  meha remezanê de Kurdan gelek temaşeyê rêze filmên Kurdî dikir. Lê niha tu rêze filmek nû yê Kurdî nayê weşandin. Di derbarê vê mijarê de derhêner, aktor û berpirsyarên rewşenbîrî ji bo RojNews axivîn.

 

Yek ji aktorên Kurd bi navê Ebdulî Heme Ciwan ku li Başûrê Kurdistanê tê nasîn axivî û got; “Demek hebû rêze filim dihat çêkirin. Lê ew jî nemaye. Divê dezgehên ragihandin û berpirsyarên rewşenbiriyê bi xwe giringiyê bidin vê yekê. Em nabêjin bila hîç giringiyek ji bo rêze filmên biyanî neyê dayîn. Lê divê sînorek hebe. Ji ber ku niha dest bi weşandina rêze filmên Tirkî hatiye kirin. Ev jî li gel çanda me na guncê. Civakê berbi xirab bûnê ve dibe. Li ser doza Kurdan jî bandorê dike.”

 

 

Rêveberê rewşenbîrî yê Silêmanî Babekir Direyî sedemê ne weşandina yan jî ne çêkirina rêze filmên Kurdî bi aborî ve girêda û got; “ Di nava hunermendan de jî nivîskarên baş yan jî senarîstên baş nîne. Em di vî  alî  de li paşin. Televziyonên Kurdistanê televziyonên hizbîne. Evane jî zêdetir girîngî didin rêze filmên biyanî. Ev jî kêmahiyek mezine. Di aliyê aborî de jî pere nayê dayîn.”

 

 

Direyî ji bo çareseriya vê yekê jî got; “Divê kar bibin kartên taybet û ji hikûmetê dûr bin. Divê kompanya bi xwe hewla çêkirina rêze filmên Kurdî bidin. Me ji bo sekinandina rêze filmên Tirkî hewl da. Lê ji bilî qenala Kurdsat tu qenalek din ê Kurdistanê rêze filmên Tirkiyeyê ne da rawestandin. Em jî nikarin bi temamî bidin qedexe kirin. Ji ber ku me bi xwe berhemên xwe nîne û em jî nikarin li hember dewletên din bikevin nava pêşbirkê.”

 

Derhênera jin a bi navê Gezîze Emerî berevajiyê rêveberê rewşenbîrî yê Silêamaniyê axivî û got; “Em daxwaz ji hemû berpirsên qenalan û aliyan dikin daku xemxar bin û nebêjin aktorên baş û senarîstên baş nîne. Kêmahiyên heyî dibin sedemê ziyan gihandina hûnermend û temaşevanan. Êdî hûnermend welê hatine ku dema filmek çêdibe naxwazin dinav de bin. Ev jî karesateke.”

 

 

Herwiha Emerî balkêşa ser aliyên peywendîdar yên qenalan jî û got; “Aliyên peywendî dar û rêveberên qenalan  nizanin rêze filmên Kurdî di çi astê deye. Ji bo xwe nakin xem. Dema ku desthilat li ser vê yekê ne hestyar be û girîngiyê nede, wê demê wê ev bibe sedemê lewazî û paşkeftinê.”        

 

Emerî ji bo çareseriya vê pirsgirêkê jî got; “Çareseriya vê rewşê bi hûnermendan çênabe. Divê desthilat dest bavêjitinê û aborî hebe. Televziyon ne di xema peyama rêze filmên biyanî dene, di xema dem dene. Ev rêze film weke xwarinên bi jehrin û civakê dikujin.”

 

Gazîze Emerî got; “Em li ser vê mijarê li gel televziyonên Kurdî ji bo rêze filmên Kurdî gelek axivî. Lê nakin. Ji ber ku berê xwe dane bazirganiyê. Mixabin asta rêze filmên Kurdî herku diçe ber bi xirab bûyînê ve diçe. Mixabin hizbayetî ketiye nava hemû aliyan de. Ji bo ku berhemek baş derkeve, divê wezareta rewşenbîrî lijneyek taybet ava bike.”

 

Di dawiyê de jî berpirsyarê beşa berhemanîna kenala Kurdmaxs Zahir Îbrahîm got; “Gelek girîngî bi rêze filmên tirkiyeyê tê dayîn. Dema ku hinek rêze filmên Kurdî tên ji bo me, em ji ber lewaziya senaryoyê û kaliteya wê nikarin bidin.”

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here