Şêwekarek wêneyên kesayetên navdar li ser caman çêdike

34

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Sebah Omer ku bi navê Karbîn weke Hunersazekî yê bajarê Helebce ye, ev 30 sale tabloyan dinexşîne. Beriya niha sê sala di çerçoveya giringîpêdan û kevinbûna karê hunerîde ji xwe re şêwazek nû hilbijart ku ew ji li ser şûşeyên cam yê krîstal çêkirina wêneya ne.

 

Nexşandina  wêneyan li ser şûşeyan kompanyayên mezin vî karî dikin. Lê şêwazê ku Helebceyî bikar tinin bi amêrekî sade bi dîqat û xebitînek hûr xebatên xwe dikin. Ji ber ku xeletiyek biçûk wêne xirab dibe, ewa ku şêwekar bikarnaynî di avêje.

 

 

Di nava van sê salan de wêneyê çendîn helbestvan û kesayetên navdar ên Kurd li ser şûşeyên krîstal nexşandiye. Armanca wî ewe ku karê xwe berfirehtir bike û bi taybet ji wêneyê helbestan, kesayet, hunermend û siyasetmedarên herçar parçeyê Kurdistanê li sere cama krîstal bi nexşîne. Ji bo vê jî, dê di demek kin de dest bi komkirina wêneyên bike û dema pêşde vê armanca xwe pêk bîne.

 

 

Karbîn dixaze cihekî çêke ku têde hunera xwe pêşkêş bike ku têde tebloyên helbestvan û kesayetên navdar ê bajarê Helebce di nav de bixemlîne. Dema kesekî bê bajarê Helebceyê ji bo gerê pêwiste hunerek bivî rengî bala wî bikişîne . Ji ber vê aramancê jî daxwaz ji berpirsên bajar dike ku cihekî taybet ji bo vî karî bidin avakirin.

 

Sebah Omer rexneyan li berpirsên bajarê Helebce kir ku heya niha daxwaza wan bicih nekirine.

 

 

 

 

 

 

(ep/rn)