Şofêrê 16 salî bû sedema mirina 3 kesan

27

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî agahiyên ji Polîsên Soran ya ser bi parêzgeha Hewlêrê hatiye girtin, şeva borî di saet 10:30’an de li ser cadeya bazara Soran û Cindiyan wesayitek ku şoferê wê 16 salîbû li wesayîta li beramberî xwe da. Di wesayîta hember de 3 jin û zarokek hebû. Dayîk û du keçên xwe jiyana xwe ji dest dan.

 

Dayîka bi navê Dîwan Suar Edo û du keçên xwe Îlham Ezîz Hisên, Soham Ezîz Hisên di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dan. Zaroka bi nave Sema Sinar jî bi giranî birîndar bû.

 

Polîsê Soran diyar kir ku şoferê 16 salî hatiye girtin û cenazeyan jî rakirine Tiba Edlî.

 

Di vê qezayê de hinek wesayîtên din jî zirer dîtin lê, ti wendahiyeke canî çênebûye.

 

Li gorî zagonên navnetewî qedexe kesek jêr temenê 18 wesayît biajo û ji wan re ehlîyet jî nayê dayîn.

 

(bz)