NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ya paralmenterî û Serokomariyê di 21'ê Gulanê de namzetên xwe diyar kir û di 22'ê Gulanê de li Enqereyê dan naskirin. Yek ji namzetên ku hat diyarkirin karkerê cermê pêlavan (Sîvan-koşkar) Yalçin Yanik e. Yalçin Yanik li Herêma 1'em a Îzmirê di rêza 3’emîn de namzet hat nîşandan. Yanik, wekî “Afro-Turk" tê nasîn û ji Efrîna hatine Anatoliyê. Sulaleya Yanik di sedsala 15'emîn de ji Efrîqayê hatine Anatoliyê. 

 

Malbata Yanik ku wekî kole ji Efrîqa anîn Anatoliyê heta sedsala 19'emîn li vir bi cih bûn. Piştî bazirganiya koleleyan hat qedexekirin gelek ji wan ji vir şandin Ewropayê. Hinek malbat jî li vir bi cih bûn. Malbatên ku wê demê li herêma Îzmir, Manisa û Aydinê bi cih bûn niha li vir jiyana xwe berdewam dikin û wekî karker dixebitin. Nêzî 10 hezar welatiyên Afro-Turk ku li Îzmirê bi cih bûne piranî karê çermê solan (sîvan-koşkar) dikin. Ji ber rengê xwe wekî ên din tên dîtin. Welatiyên ku sulaleya wan ji Efrîqa hatine û di saziyên dewletê de kar dikin pir kêm in. Yek ji namzetên HDP'ê nûnerê çîna Efro Tirk ên karkerên çermê pêlavan Yalçın Yanik e. 

 

Yanik, hem xwedî nasnameya penaberiyê ye, hem xwedî nasnameya çîna karkeran e û hem jî ji ber rengê xwe wekî ê din tê dîtin û tên wêdekirin. Yanik ji serdema damezirandina Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) heta niha di nava xebatên HDK'ê de cih digire û têkoşîna mafê kedê dide. Yanik, pişti 2017'an karkerên sîvan dest bi çalakiyan kir pêşengî ji çalakiyan re kir. Li gel komek hevalên xwe bi armanca mafê karkerên Sîvan (Karkerên çerpê solan-kocgar) biparêze Komeleya Karkerên Pêlav û Qurdereyan ava kir. Yanik, armanc dike ku hem mafê civaka Afro-Turk hem jî mafê kedkarên li Tirkiye dijîn biparêze. 

 

Yanik, hem bi nasnameya xwe ya kedê û hem jî bi têkoşina xwe ya ji bo mafê mirovan tê nasîn. Di sala 2011'an de pişti şerê li Sûriye dest pê kir û bi milyonan penaberên Sûriye hatin Tirkiye, hembêza xwe li welatiyên Sûriye vekir û dan xebitandin. Ji ber vê yekê Yanik ji bo penaberên Sûriyeyî wekî “Melekê xêrê" tê nasîn. Ji bo gelek penaberan cih û war dît û derfetên kar dan wan. Yanik û komek hevalên xwe ji bo penaberan mutbexa seyar ava kir. Dîsa ji bo mafê mirovan û penaberan gelek xebatên din kir. Dîsa hin kes wekî “Mandelayê Îzmirê" pênase dikin. Wekî Melekê reş ê penaberan" bi nav dikin. 

 

Ji bo cîhanek bê sînor 

 

Yanik, der barê sedema HDP hilbijart ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî. Yanik anî ziman ku bav û kalên wî wekî kole hatine ser vê axê naxwaze êdî mirov wekî kole bijîn û li dijî koletiyê têdikoşe. Yanik, diyar kir ku ji bo cîhanek bê sînor, bê çîn û bê kole HDP tercîh kiriye. 

 

‘Osmaniyan em bi koletî anîn vir'

 

Yanik destnîşan kir ku di serdema dewleta Osmanî de malbatên wan wekî kole ji Efrîqa anîn Anatoliyê û li vir wekî kole dan xebitandin. Yanik, anî ziman ku di sala 1960'an de ji malbatek kole yên penaberên Efrîqa li Aydinê ji dayik bûye û wiha got: “40 salin li Îzmîrê me. Ez bi keda xwe debarê dikim. Karê çermê solan (Sîvan im) dikim. Ez namzetekî ku teqawît bûme. Çîroka gelek welatiyên Efrîqa yên hatine vir nayên zanîn. Ji ber ku di destê me de belge û arşîv tune ne. Em çîroka xwe ji bavê xwe û bavê me jî ji kalikê me bihîstiye. Piştî dawî li bazirganiya koleyan anîn hinek ji wan çûn Ewropa, lê em man li vir. Gelek ji wan li herêma Çukurova dijîn. Beşek ji wan jî li Herêma Ege bi cih bûn û mezin bûn. Li herêma Îzmir, Aydin û Mugla  bêtir kesên eslê wan ji Efrîqa ne hene. Em bi eslê xwe ji Efrîqa ne."

 

40 salin sîvaniyê dikin 

 

Yanik destnîşan kir ku li Îzmîrê 40 salin sîvaniyê (Karê çermê pêlavan/koçgar) dikin û wiha lê zêde kir. Mirov li Tirkiye karker be û bi keda xwe debara xwe bike di cîhanê de tişta heri zahmet e. Ji ber ku ked tê xwarin. Ked û mafê karkeran tê binpêkirin. Karker bê ewle û bê sîgorta kar dikin. Bê sendîka ne. Di şert û mercên xerab û erzan de kar dikin. Hem keda wan û hem jî mafê wan tê xwarin. Em fikra cîhanek komînst ya bê çîn û bê sînor diparêzin. 

 

Em naxwazin keda mirovan bê xwarin û pelçiqandin. Em ne tenê ji bo mafê xwe ji bo hemu mafê karker û kedkarên Tirkiye têdikoşin. Ji ber vê yeke bûm namzetê HDP’ê. Ez nûnertiya hemû beşa bindest û keda wan tê xwarin di xwe de hîs dikim." 

 

Em dê mafê kedkaran bi deng bînin ziman

 

Yanik, herî dawî bal kişand ser xebaten ku li meclîsê bike û wiha got: “Em dê pirsgirêkên hemû karker, kedkar û penaberan bi dengê hêl li meclîsê bînin ziman. Em dê bibin dengê wan. Ji bo guhertina qanûna bingehîn a 12'ê Îlonê û parastina mafê kedê emê têbikoşin. Em dê hemû kesên kedxwarî kirine teşîr bikin. Ji bo cîhanek bê çîn û bê sinor bûm namzetê HDP’ê. Em cîhanek bê sînor û bê çîn ku ked nayê xwarin dixwazin. Ev yek tê bi yekîtiya tekoşîna kesên şoreşger, sosyalîst, komünist, karker û kedkaran pêk bê. 

 

(bz)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here