YNK li gel Ebadî û Sedr kom bû

48

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Rêzehevdîtinên şanda YNK’ê li paytexta Iraqê Bexdayê didomin. Şanda YNK’ê li gel Serokê Eniya Sedr û serokê lîsteya Hevpeymana Saîron Muqteda Sedr civiya. Şanda YNK’ê piştî civîna xwe ya li gel Sedr, li gel Serokwezîrê Iraqê û serokê Lîsteya Hevpeymana Nesir Heyder Ebadî civiya.

 

Armanca serdana şanda YNK’ê ji bo Bexda, guftûgokirina li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê ye.

 

Şanda YNK’ê bi serokatiya berpirsê polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar û endamên polîtburoyê Rizgar Elî, Xalîd Şiwanî, Firyad Rewanduzî û berpirsê malbenda YNK’ê yê Bexda Sedun Feylî pêk tê.

 

Şanda YNK’ê ku îro saetên sibehê li Bexda li gel alî û rayedarên Iraqê dest bi rêzecivînan kir, piştî serdana Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm, piştre li gel şanda PDK’ê, li gel Muqteda Sedr civiya.

 

Civîna şanda YNK’ê li gel Ebadî berdewam dike.

 

(rn)