NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şanda YNK û PDK’ê şeba buhrî bi cadû serdana paytexta Iraqê Bexda kirin. Îro şanda PDK û YNK’ê li Bexda hatin gel hev. Piştî civînê endamê şanda YNK’ê Xalîd Şiwanî û endamê şanda PDK’ê Xesrew Goran daxuyaniyek dan çapemeniyê.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê şanda YNK’ê Xalîd Şiwanî diyar kir ku ji bo avakirina hikûmeta nû li Iraqê guftûgoyan destpê kiriye û wiha pêde çû; “Parçebûna di nava aliyên siyasî yên Iraqê de diyare. Divê Kurd vêna weke derfetek ji bo bidestxistina mafên xwe bikar bîne.”

 

Xalîd Şiwanî bal kişande ser giringiya tifaqa Kurdan a li Bexda û got ku postê Serokkomariyê Iraqê mafê YNK’ê ye.

 

Piştre endamê şanda PDK’ê Xesrew Goran jî axivî û wiha got; “Civînên YNK, PDK û aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê dê destpê bike. Em dixwazin li gel aliyan bi şêweyê yek kom tevlî danûstandinên li gel Bexda bibin.”

 

Xesrew Goran diyar kir ku armanca serdana herdû aliyan ji bo Bexda, ji bo şêwira li gel aliyên siyasî yên Iraqê ye, ne ji bo pêkanîna hikûmetê ye.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here