Balafirên şer Xakurkê û Biradost bombebaran dike

30

 

ROJNEWS / BIRADOST

 

 

Li gorî çavkaniyên herêmî ji me re ragihandiye balafirên şer yên Tirk ji saet 12.50’an ve herêma Biradost û Xakurkê bombebaran dike.

 

Heman çavkaniyê ragihand ku bombeberan di van kêliyan de jî didome.

 

Artêşa Tirk ku hewl dide van herêman bi temamî dagir bike, li rastê çalakiyên bihêz yên gerîlayan tên û li herêmê tengav bûye. Artêş ku di erdê re nikare pêş ve biçe bê navber herêmê bombeberan û topbaran dike.

 

Jiyana gelê herêma Biradost ji ber êrîşên artêşa Tirk felç bûye û gel ji ber vê jî rexne li bêdengiya hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê dike û daxwaza derxistina artêşa Tirk ji herêmê dikin.

 

(bz)